Siyaseta Derve - kmr

Siyaseta Derve - kmr

1 Agahîyên Giştî

2 Malperên Înternetê

3 Bulten, lîsteyên e-mailan, abonetî û Serkêşîya Kampusên Kesk

4 Qeyda ji bo çalakîyan

5 Daxwaza weşanê


1 Agahîyên Giştî

1.1 Parastin û Berpirsiyarî

Heinrich-Böll-Stiftung van xizmetên online li gor esasen hiqûka veşartî ya li Almanya û Ewropa bi rêve dibe.

1.2 Mafê Agahdarîyê

Hun dikarin bigîhêjin agahîyên di derbarê we de yên ku hatine bidestxistin. Hun dikarin daxwaz bikin ku agahîyên di derbarê we de hatine nivîsîn; serast bikin, kurt bikin an ji holê rakin.

Hun dikarin di vê derê re bi me re têkilî dînin an jî li ser vê navnîşanê ji me re peyam bişînin: datenauskunft@boell.de

1.3 Ewlekarîya Agahîyan

Hek di derbarê veşartîbûnê de pirsgirêkên we hebin; ji kerema xwe bi rêya vê navnîşana e-maîlê me agahdar bikin: datenschutz@boell.de

1.4 Berpirsîyarê Qanûnî

Hun dikarin gilî û gazinên xwe bi vê sazîya ku ji hêla qanûnî ve perpirsiyar e parve bikin: “Berliner Beauftrağte für Datenschutz und Informationsfreiheit”

2 Malperên Înternetê

Gava ku hun malperên me yên înternetê bi kar tînin; agahîyên kesayetî li gor van armancan tên tomarkirin:

2.1 Ji bo agahdarîyên online.

2.2 Ji bo agahdarîyên ku ji teref kesên sêyem hatine bidestxistin.

2.3 Ji bo pêşxistina kar û barên me yên li ser înternetê.

2.4 Ji bo ewlekarîya bingeha me ya teknîkî.

2.5 Ji bo weşana şîroveyan.

2.1 Parvekirina şîroveyên online.

2.1.1 Armanc û cureya vê agahdarîyê

Gava ku hun bigîhêjin agahîyên me yên li ser malperên me yên înternetê (li gor daxwaza http), ev agahî wê werin ber destê me:

• Navnîşana we ya IP (ev dîyar dike ku hun bi çi awayî ketine înternetê, etîketeke hejmarî ye)

• Naverokên ku hun daxwaz dikin yên înternetê.

• Agahîyên we yên di derbarê sîstem û geroka (browser, tarayıcı) ku hun bi kar tînin.

2.1.2 Zemîna qanûnî

Ev agahîyên ku li jor hatine daxwazkirin; ji bo ku zanyarî û agahî bi awayekî baştir bên diyarkirin hewce ne. Ev agahî wê li gor daxwazîyên ku vê malperê bi kar tînin û daxwazîyên me yên parvekirinê bên bikaranîn.

2.1.3 Kesên mafdar yên ku dikarin bigîhêjin van agahîyan û parve bikin.

Mafê gîhaştina agahîyan, li gor destûra me ya bingehîn (rêz û rêçikên me) û peymanên me yên bi gerokên ku malperên me li ser înternetê parve dikin tê sazkirin.

2.1.4 Mulkîyeta Agahîyan.

Ev agahî, heta ku bigîhêje kesên ku bi kar tînin, ji teref me tên parastin.

2.1.5 Mafên we.

Bi awayekî giştî, ji bo van agahîyan mafekî qanûnî tuneye. Ji ber ku ev agahî ji bo demeke kurt tê parastin û piştî ku agahî bi dawî dibe ji malperê tê rakirin; ji bo guhertin, jiholêrakirin an bi kesekî din re bê parvekirin mafekî qanûnî tuneye. Ji ber vê yekê, daxwazên ji bo veşartina van agahîyan wê di dest de tunebin.

Lê mafê we heye ku, hun ji bo van agahîyan daxwaz bikin. Em ê jî hewl bidin ku, van daxwazên we heta ku pêk tê bibersivînin. Em ê zêde guh nedin ku qanûnî ye an na, em ê tevbigerin ku bi awayekî rasteqînî bersîva daxwaz û pirsa we bidin. Hek em nikaribin ji bo pirs û daxwazên we bibin alîkar, em ê sedemên wan bi awayekî nivîskî ji we re bişînin.

2.2 Weşana agahîyan ya ji teref kesên sêyem

Malperên me yên înternetê, ji bo ku agahîyên kesên sêyem jî tev lê bike, xizmetên kesên sêyem bi kar tînin. Yên ku bi kar tînin, van agahîyên ku ji teref kesên din tên parvekirin, dikarin berfirehtir bikin û em ê jî li gor hewcedarîyên xwe yên qanûnî berê wan bidin malperên din.

Ji bo ku ev yek pêk bê, hun ê bi malperên înternetê yên têkildar ve bên girêdan û li gor daxwazên HTTP, ev malper wê karibe agahîyên we yên serlêdana malperên me tomar bikin.

Ji bo ku berjewendîyên we yên qanûnî bên parastin, bi awayekî din, bi qasî ku hun destûrê bidin, agahîyên ku hun parve dikin, ji teref kesên sêyem wê bên dîtin.

Gava ku hun dest bikaranîna xizmetên kesên sêyem bikin; prensîbên serwîsê yên veşartî wê muteber bin:

• Agahîyên li ser YouTube û Vimeo.

• Agahîyên dengî yên li ser Soundcloud û Mixcloud.

• Agahîyêm li ser Twitterê.

• Wêneyên li ser Flickr û Instagramê.

• Facebook

2.3. Pêşxistina xizmetên înternetê.

2.3.1 Armanc û cudatîyên agahdarîyan

Ji bo ku em agahîyên xwe yên online dewlemendtir bikin, em gera we ya li ser malperên me dinirxînin. Bi vê armancê, em van datayên li jêr yên ku me ji daxwazên HTTP bi dest xistinin analiz dikin:

• Beşeke navnîşana IPya we (bi gotineke din, etîketa hejmarî ya ku cîyê kompîtura we tesbît dike). Lê, her du beşên IPya we yên dawîn (wek bloken hejmarî) tên rakirin û tên anonîmkirin.

• Malpera înternetê ya ku we xwestiye ku bigîhêjinê.

• Agahîyên we yên di derbarê sîstem û geroka ku hun bi kar tînin

• Dibe ku, malpera berî ku hun têkevin malpera me (agahîya peyamê).

Li gel van, ji bo ku em kesên lê vedigerin tesbît bikin em ‘çerez’ (spam, zanînên naskirinê) bi kar tînin. Ji bo ku em tevgerên kesên ku malpera me bi kar tînin bişopînin, em datayên înternetê berhev dikin. Ji bo van analîzên înternetê, em bernameya ku ji teref Qanûna Veşartî ya Almanya ve hatiye pejirandin Matomo (navê wê yê berê Piwik bû) bi kar tînin.

Mafê we heye ku, hun berhevkirina van agahîyên anonim û nehatine kesayetîkirin, di her qonaxekê de red bikin. Ji bo ku ev redkirina we bê pejirandin, çerezekê (zanîna naskirinê) di geroka we ya înternetê de bê binavkirin.

Hun ji vir jî dikarin ji bernameya ku datayên anonim û nehatine kesayetîkirin (Matomo/Piwik) derkevin.

Li hêla din, em bernameya Heatmap ya ku tevgerên bikarhêneran bi awayekî anonim dike grafik bi kar tînin. Ji bo ku hun ji van analîzan derkevin vê dere bitikînin, û rêya ku Heatmap dide ber we bişopînin.

Piwik û Heatmap ê li gor fermana we ya ‘neşopîne’ ya di geroka we ya înternetê de tevbigere. Hek hun dixwazin vê yekê bi cî bikin, ji kerema xwe van talîmatan bişopînin.

2.3.2 Zemîna Qanûnî

Ev datayên ku li jor hatin diyarkirin, bi armanca berfirehkirina malperên me yên înternetê û li gor mafên me yên qanûnî tên berhevkirin û bikaranîn.

2.3.3 Ragihîna datayan û kesên ku dikarin bigîhêjin datayan

Mafê gîhaştina datayan, li gor rêbazên me yên bingehîn û di eynî deme de li gor peymanên ku me bi şîrketên ku servîsa malperên me dikin re çêkirine tê sazkirin.

2.3.4 Veşartina Datayan

Hemû kes, piştî tomarkirina datayan tên anonîmkirin.

2.3.5 Mafên We

Bi awayekî giştî, ji ber ku datayên tên berhevkirin dibin anonim û ne mumkun e ku em daxwazên bikarhêneran bi naverokeke diyar re têkildar bikin; ji bo guhertin, jiholêrakirin û bi bikarhêneran re bê parvekirin mafekî we yê qanûnî tuneye.

2.4 Ewlekarîya Bingeha me ya Teknîkî

2.4.1 Amaçlar ve veri türleri

Ji bo ku em ewlekarîya bingeha xwe ya teknîkî baştir bikin, em li gor daxwazên HTTPê van zanînan muhîm dibinin:

• Navnîşana we ya IP (koma hejmarî ya ku cîyê kompîtura we digîhêje înternetê diyar dike).

• Malpera înternetê ya ku hun daxwaz dikin.

• Agahîyên di derbarê sîstema bikaranînê û geroka we ya servîsa înternetê dike.

• Dibe ku, malpera berî ku hun têkevin malpera me (agahîya peyamê).

2.4.2 Zemîna Qanûnî

Agahîyên navborî, ji bo ku em çewtîyên bikaranînê tesbît bikin û em êrîşên li ser sîstema me ya teknîkî analiz bikin, tên veşartin.

2.4.3 Ragihandina datayan û kesên dikarin bigîhêjin van datayan

Mafê gîhaştina datayan, li gor rêbazên me yên bingehîn û di eynî deme de li gor peymanên ku me bi şîrketên ku servîsa malperên me dikin re çêkirine tê sazkirin.

2.4.4 Veşartina Datayan

Heta ku êrîşên ewlekarîyê neyên tesbîtkirin, datayên navborî di nav heft rojan de wê bên paqijkirin. Hek ku êrîşeke ewlekarî hatibe tesbîtkirin, gava ku ji hêla qanûnî ve veşartina van datayan nemabe, ew ê bên paqijkirin.

2.4.5 Mafên We

Bi awayekî giştî, mafekî qanûnî yê ji bo daxwaz û guhertina van agahîyên navborî heye. Lê, bi awayekî rêbazî, ev datayên navborî tenê li ser navnîşana IP tê kesayetîkirin û di eynî deme de, mecbûrîyeta parvekirina van datayan ya bi berpirsiyarên qanûnî re heye. Ev yek tê vê wateyê; ji bo ku hun karibin bigîhêjin van datayan, divê hun karibin cîbicî bikin ku ev data yên we ne.

2.5 Weşana postan (şîrove)

2.5.1 Armanc û cureyên datayan

Bikarhênerên malpera me ya înternetê, dikarin şîroveyan parve bikin. Di vê rewşê de, ji bo ku hun şîroveyekê parve bikin, em van agahîyên ku divê hun diyar bikin, bi cî dikin.

• Navê we (bi awayê ku li ser înternetê xwiya dibe).

• Navnîşana e-maîla we (li ser înternetê xwiya nabe).

• Şîroveya we (li ser înternetê xwiya dibe).

Li gel van agahîyan; zincîra alava bikarhêner ya ku sîstema geroka we ya înternetê diyar dike, ji bo parzûnkirina (fîlîtrekirin) peyamên nayê xwestin (spam), ew ê ji teref me ve bên parastin.

2.5.2 Zemîna Qanûnî

Datayên we li gor pejirandina we tên veşartin û weşandin.

2.5.3 Ragihandina datayan û kesên dikarin bigîhêjin van datayan

Mafê gîhaştina datayan, li gor rêbazên me yên bingehîn û di eynî deme de li gor peymanên ku me bi şîrketên ku servîsa malperên me dikin re çêkirine tê sazkirin. ‘Zincîra alava bikarhêner’ ya navborî, ji bo parzûnkirin û tesbîtkirina e-maîlan, li gor pêdivîyên me yên qanûnî cîbicî dibe.

2.5.4 Veşartina Datayan

Datayên navborî, heta ku kesê navborî destura xwe ya bikaranînê şûnve nekişîne û paqijkirina wan daxwaz neke, ew ê bên parastin.

2.5.5 Mafên we

Mafê we heye ku, hun daxwaza van agahîyan bikin an jî guhertina wan bixwazin.

3 Bulten, lîsteyên e-mailan, abonetî û Serkêşîya Kampusên Kesk

3.1 Armanc û Cureyên Datayan

Ji bo ku Weqfa Heinrich Böll, mîsyoneke xwe ya sereke bi cî bîne, ew ê di vê rewşê de, datayên navborî yên kesayetî berhev bike û biparêze (li made-2 binêrin). Di nav datayên navborî de bi awayekî giştî ev hene:

• nav

• navnas (unvan)

• zayend / forma navnîşanê

• tarîxa rojbûyinê

• agahîyên têkildarîyê (navnîşana posteyê, e-maîl, hejmara telefonê, hejmara faksê, navê Messenger, malpera înternetê.

• qadên pêwendîkar

• têkildarîya bi weqfê re

• weqfê kengî û bi çi awayî têkilî pê re danîye

• kitekit

• zanîna veşartî

3.2 Zemîna Qanûnî

Datayên navborî, li gor rêznameya weqfê, ji bo ku misyona xwe bi cî bîne, li gor pêdivîya qanûnî tê parastin.

3.3 Ragihandina datayan û kesên dikarin bigîhêjin van datayan

Mafê gîhaştina datayan, li gor rêbazên me yên bingehîn û di eynî deme de li gor peymanên ku me bi şîrketên ku servîsa malperên me dikin re çêkirine tê sazkirin.

3.4 Veşartina datayan

Ev datayên navborî yên kesayetî, heta ku kesên navborî daxwaza paqijkirina van datayan neke, ew ê ji teref me bên parastin. Li hêla din, gava ku agahî neyên ragîhandin, di seranserê 18 mehan de ji teref me ve tên şopandin. Di rewşên wisa de, di nav sê mehên ku wek pêvajoyeke maqûl xwiya dike de, piştî nirxandinekê ev hemû datayên kesayetî tên paqijkirin.

3.5 Mafên we

Mafê we heye ku, hun van datayan bidin paqijkirin, guhertin û rê li ber bigirin ku neyên bikaranîn.

4 Qeyda ji bo çalakîyan

4.1 Armanv û cureyên datayan

Ji bo ku Weqfa Heinrich Böll, mîsyoneke xwe ya sereke bi cî bîne, ew ê di vê rewşê de, datayên navborî yên kesayetî berhev bike û biparêze (li made-2 binêrin). Di nav datayên navborî de bi awayekî giştî ev hene:

• nav

• navnas (unvan)

• zayend / forma navnîşanê

• tarîxa rojbûyinê

• agahîyên têkildarîyê (navnîşana posteyê, e-maîl, hejmara telefonê, hejmara faksê, navê messenger, malpera înternetê.

• qadên pêwendîkar

• têkildarîya bi weqfê re

• weqfê kengî û bi çi awayî têkilî pê re danîye

• kitekit

• zanîna veşartî

4.2 Zemîna qanûnî

Datayên navborî, li gor rêznameya weqfê, ji bo ku misyona xwe bi cî bîne, ew ê bên berhevkirin û parastin.

4.3 Ragihandina datayan û kesên dikarin bigîhêjin van datayan

Mafê gîhaştina datayan, li gor rêbazên me yên bingehîn û di eynî deme de li gor peymanên ku me bi şîrketên ku servîsa malperên me dikin re çêkirine tê sazkirin.

4.4 Parastina datayan

Gava ku kesek ji bo çalakîyekê qeyda xwe bike, dipejirîne ku pê re têkildarî çêbibe. Û destûrê dide ku, di pêvajoyên organîzasyon, şopandin û dokumentkirina çalakîyê de data bên parastin. Piştî çalakîyê bi 18 mehan, di nav pêvajoyeke maqûl ya bi qasî sê mehan de, gava ku têkilîya wan ya bi weqfê re bêwate bibe, ev datayên kesayetî yên navborî tên berçavkirin û paqijkirin.

4.5 Mafên we

Mafê we heye ku, hun van datayan bidin paqijkirin, guhertin û rê li ber bigirin ku bên bikaranîn.

5 Daxwaza weşanê

5.1 Armanc û cureyên datayan

Gava ku hun daxwaza weşanê bikin, ev agahîyên li jêr yên muşterîyan wê bên parastin:

• nav

• nav û hek hewce bike navnîşana fatûrayê

• e-mail

• weşana ku hatiye daxwazkirin

• zanînên fatûrayê

5.2 Zemîna qanûnî

Parastina datayan, li gor peymana kontratî an jî têkilîya qanûnî ya berî peymana kontratî tê diyarkirin.

5.3 Ragihandina datayan û kesên dikarin bigîhêjin van datayan

Mafê gîhaştina datayan, li gor rêbazên me yên bingehîn û di eynî deme de li gor peymanên ku me bi şîrketên ku servîsa malperên me dikin re çêkirine tê sazkirin.

5.4 Parastina datayan

Datayên we yên kesayetî, gava ku weşana navborî ji navnîşana we re bê şandin, tê paqijkirin. Gava ku ji bo weşanê hewcedarî bi diravdanekê re hebe, datayên we heta ku dema qanûnî diyar dike tên parastin.

5.5 Mafên we

Mafê we heye ku hun di derbarê van datayan de bên agahdarkirin. Hek astengeke qanûnî tunebe, mafê we heye ku, van datayan bidin paqijkirin, guhertin an kêmtirkirin.

0 Comments

Add new comment

Add new comment